16 February 2025 - 18:28
Aloziya psîkolojîk a siyonîstan ji ber hêza El-Qessam di radestkirina girtiyan de/Kabûsa 7'ê Cotmehê maye

Şirovekarên siyonîst bi amaje bi merasîma radestkirina girtiyan ji aliyê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) ve tekez kirin ku berxwedan bi nîşandana hêza xwe di merasimê de, derbên giran ên derûnî û manewî li rejîma Îsraîlê xist.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Ehlûl Beytê (ABNA), hêza nîşankirina El-Qessam û performansa serketî ya li ser muzakere û radestkirina dîlên siyonîst bûye mijara şîroveyên vekolerên Îsraîlî.

Şîrovekarên siyonîst bi merasima radestkirina girtiyan ji aliyê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) ve tekez kirin ku berxwedan bi hêza xwe li vê merasimê derbên giran ên derûnî û manewî li rejîma Îsraîlê xist.

Ra'yil-Yewm di gotarekê de bi amaje bi merasîma radestkirina girtiyên siyonîst roja şemiyê nivîsî: Çîroka filistînî ji şerê dijî Xezzeyê heya niha serweriya çîroka Israîlê bûye û delîla vê yekê jî ev e ku piştî salek û çar mehan ji êrişa hovane ya Rejîma Siyonîst ser vê navçê, mijara Filistînê bi saya baldariya cîhanî li navenda berxwedanê ye.

Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir: baştirîn çek ji bo xistina derbeyan li dijmin şerê derûnî ye û lûtkeya jêhatîbûnê jî şikandina dijmin bê şer û pevçûn e. Ji bilî şikestina leşkerî ya ku Hemasê li Xezzeyê li dagirkeran xist, di eniya medyayî û propagandayê de jî bi taybet merasima radestkirina girtiyên jin ên siyonîst derbeke kujêr li dagirkeran xist.

Li gorî medyayê, lidarxistina vê merasîmê û çalakiyên berxwedanê yên di vê merasîmê de, hêrsa dagirkeran derxistiye holê û berdêla giran a peymana pevguhertina girtiyan daye der.

Gadî îzra nivîskarê pirtûka “11 Roj li Xezzeyê” di vê derbarê de got: “Armanca Hemasê ji lidarxistina merasima radestkirina girtiyên Îsraîlî ew bû ku bandorê li civaka cîhanî, xelkê Xezzeyê û Îsraîlê bike. Hamasê bi çalakiyeke plankirî sê kom kir hedef: Yekem raya giştî ya navneteweyî, duyemîn gelê Xezzeyê û sêyemîn raya giştî ya Îsraîlê.

Ji aliyek din ve, Lilach Sîgan, vekolerê rojnameya Maariv a Siyonîstî jî got: Dîmenên radestkirina girtiyên jin ên li Xezzeyê, zexta derûnî ya ku Hemas li ser Îsraîliyan dike nîşan dide û ew giheştiye asteke pir pêşketî. Dezgehên ragihandinê yên Hemasê di vî warî de piştgiriya gelek torên mezin ên erebî û herwiha dezgehên ragihandinê yên rojavayî distînin.

Got jî: Dîmenên radestkirina girtiyên jin bo Xaça Sor li Xezzeyê, hem bandorên navxweyî û hem jî yên derve hene, û ya yekem ew e ku Hemas hêza xwe di vegerandina kontrola Xezzeyê de nîşan dide, û vîdyo nîşan dide ku şervanên jin bi başî reftarê li wan dikin dema ku xatir dixwazin. Bi erebî spasiya şervanan dikin, dibişirîn, çenteyên bîranînê werdigirin. Li pişt hilberîna her vîdyoyê, temaşevanek, armanc û mebestek heye.

Sîgan wiha dewam kir: "Hamas bi vê dosyaya vîdyoyê ya radestkirina girtiyên jin, hewl dide çîroka xwe ya di derbarê şerê dawî de xurt bike û travmaya psîkolojîk li Îsraîliyan bike." Pirsgirêka ku em pê re rû bi rû ne ew e ku Hamas dixwaze me di kabûsa êrîşa 7ê Cotmehê de bihêle.

Şirovekarê siyonîst destnîşan kir: Dîmenên merasima radestkirina girtiyên jin di çarçoveya şerê derûnî yê Hemasê de ye û Îsraîlî di warê hestî û manewî de dixe nava rewşeke dijwar. Ya girîng ev e ku em ji vegotina serkeftina tevahî an israra ku zexta leşkerî bi tenê dikare Hamas têk bibe û girtiyan azad bike dûr bikevin, ji ber ku ev yek bêwate ye.

Piştî hefteyekê aloziya navbera Rejîma Israîlî û berxwedana Filistînê li ser binpêkirina sozên siyonîstan, roja Şemiyê qonaxa şeşem a pevguhertina girtiyan pêk hat. Li gor peymanan 3 mehkûmên siyonîst di berdêla serbestberdana zêde ji 360 girtiyên filistînî hatin berdan.

Çavkaniyekî ji Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam roja şemiyê ji Al Jazeera re ragihand ku ew girtî dê bi wesayiteke siyonîst ku di 7ê Cotmeha sala 2023an de desteser kiribû, radest bikin.

Vê çavkaniyê her wiha got: El-Qessam parek zêr da girtiyê siyonîst “Sagi Dekel Han” da ku diyarî keça xwe bike. Ev keça biçûk di meha çaran a vê esareta siyonîstan de ji dayîk bûye.

Di vê navberê de çavkaniyên nûçeyan belav kirin ku berxwedana Filistînê 10 çekên curbecur li cihê pevguhertina girtiyan ku ji aliyê Lîwayên El-Quds (baskê leşkerî yê tevgera Cîhada Îslamî) û lîwayên Îzzeddîn El-Qassam (baskê leşkerî yê tevgera Hemasê) di şerê El-Eqsarmê de hatibûn girtin, nîşan dan.

.................

Dawiya peyamê